AKRÊ | Li Paytexta Newrozê Ala Kurdistanê ya 100 metroyî tê vekirin

AKRÊ | Li Paytexta Newrozê Ala Kurdistanê ya 100 metroyî tê vekirin

PeyamaKurd – Li paytexta Newrozê Akrê amadekariyên vêxistina agirê Newrozê û lidarxistina ahangên pîrozbahiyê bi dawî bûn.

Wê îro êvarê agirê Newrozê li ser çiyayê Akrê ligel çirayan û Alaya Kurdistanê ya 100 metreyî bê vêxistin.

Desteya Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku ew pêşbînî dikin zêdetirî 200 hezar geştiyar ji bo beşdariya ahengên Newrozê, serdana navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê bikin. 

Li Akrê ji bo vêxistina agir, 3 hezar meşale hatine amadekirin û 8 komên ciwanan dê bi çirayên agir hilkişin ser çiya û pêşwazî li sersala kurdî bikin.

Rêveberiya Tendirustiyê ya Akrê ragihandiye ku 5 tîmên tenduristiyê yên cîgir li cihên geştiyariyê hatine bicihkirin û 5 tîmên gerok jî dê di nav geştiyaran de bin.

Rêveberiya Tendirustiyê ya Akrê herwiha du nexweşxaneyên lezgîn ji bo her bûyereke nexwastî xistine amadehiyê.

Ji ber kultura ciwan a Akrê di cejna Newrozê de, bi navê Peytexta Newrozê hatiye binavkirin, salane jî hejmareke mezin ya geştiyarên navxweyî û biyanî ji bo beşdarî merasîmên Newrozê bibin, serdana Akrê dikin.

Tê çaverêkirin 50 hezar kes di ahengên Newroza Akrê de beşdariyê bikin.

Qeymeqamê Qezaya Akrê Dilewar Bozo diyar kir, wan amadekariyên ahenga Newrozê bi dawî kirine û 2 hezar ciwanên xwebexş dê şeva Newrozê bi hilgirtina meşaleyan biçin Çiyayê Kelê.

Hate ragihandin ku Alayeke Kurdistanê ya bi dirêjahiya 100 metre û pehniya 10 metroyan hatiye amadekirin.

Herwiha Newroza îsal ji salên borî cudatir e û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi xwe jî çavdêriya wê dike.

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.