Endamekî Polîtburoya Hemasê hat kuştin

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniyên çapemeniya Fîlîstînê yên duh êvarî, êrîşên Îsraîlê beşa lezgîn a nexweşxaneya Nesrê li Xan Yûnisê kirin armanc û di encamê de 5 kes hatin kuştin.
Hate ragihandin ku yek ji kesên hatî kuştin Îsmaîl Berhum e ku endamê polîtburoya Tevgera Hemasê ye.
Rûsya Todayê jî ragihand ku Îsmaîl Berhum di dema êrîşê de li odeya emeliyatê ya nexweşxaneyê bû, ji ber ku ew berê birîndar bûbû.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser mijarê got ku artêşê cihê Tevgera Hemasê yê li nexweşxaneya Nesrê li Xan Yûnisê kiriye armanc û ev operasyon bi awayekî hûrgilî hatiye plankirin.
Wî her weha got ku bikaranîna nexweşxaneyê bi awayekî neyasayî û xelet ji bo piştgiriya terorîstan li dijî qanûnên navneteweyî ye.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




