Li Mêrdînê di navbera du koman de şerê çekdarî: Birîndar hene

PeyamaKurd – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê doh di navbera du koman de şerê çekdarî derket de 4 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya Anadolu Agencyê (AA) li Taxa Kişla ya Nisêbînê nîqaşa ku di navbera du koman de derket veguherî şerê çekdarî.
Di bûyerê de 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tenduristiyê û gelek ekîbên polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Nisêbîn û Qoserê, derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.





