YE: Divê hikûmeta nû ya Sûriyê hemû civakan nîşan bide

PeyamaKurd - Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas piştgiriya xwe ya ji bo Sûriyeyê dubare kir û diyar kir ku divê dewleta nû ya Sûriyeyê hemû civakan temsîl bike.
Kaja Kallas li Qahîreya Misirê ji çapemeniyê re axifî û diyar kir ku divê YE piştgirî bide Sûriyeyiyan ku pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin.
Kallas piştgîriya YEyê ji bo Sûriyeya nû dubare kir û got: Girîng e dewleta nû ya Sûriyê rêzê li mafên hemû civakan bigire.
Kallas diyar kir ku divê hikûmeta nû ya Sûriyeyê hemû civakan nîşan bide û got, "Motîvasyona herî girîng ji bo dabînkirina ewlekarî û aramiyê li Sûriyeyê, rêzgirtina ji mafên hemû beşên civakê di pêvajoya siyasî ya li welêt de ye û ne dûrxistin û biçûkxistina civakan e."
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.




