Şandeya DEM û DBPyê dê biçe Herêma Kurdistanê

Şandeya DEM û DBPyê dê biçe Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Şandeyeke ji 6 kesan ku ji nûnerên Partiya DEM û DBPyê pêk tê, îro dê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Li gorî nûçeya MAyê, tê payîn ku heyeta ku ji Hevseroka DBPyê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Komîsyona Karên Derve ya DEMyê Berdan Ozturk, Ebru Gunay, Parlamentera Mêrdînê ya Partiya DEMê Salîha Aydenîz û endama TJAyê Adalet Fîdan pêk tê, bi gelek kesayet û nûnerên saziyan ên li Herêma Kurdistanê re dê hevdîtinê bike.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.