Erdogan: Ez ê ji bo fermîbûna Cejna Newrozê daxwaznameyê pêşkeşî parlamentoyê bikim

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di merasîma Newrozê ya li Stenbolê hate sazkirin de got, ew dê roja 21ê Adarê wekî cejna bihar û biratiyê ragihîne.
Erdogan herwiha da zanîn, “Ez dê daxwaznameyekê pêşkêşî Parlamentoyê bikim ku bibe betlaneya fermî.”
Serokomarê Tirkiyeyê di merasîma bi navê ‘Nevruz’ a li Stenbolê hate sazkirin de, axaftinek kir û li ser agir xwe qevazt.
Erdogan got: “Em li vir rapirsiyekê bikin, gelo amade ne 21ê Adarê wekî cejna biharê û biratiyê ragihînim? Ez amade me daxwaznameyekê pêşkêşî Parlementoyê bikim ku bibe betlaneya fermî.”
Herwiha Erdogan diyar kir, “Newroz ne tenê cejna komeke etnîk e, bi Elewî, Sunî, Tirk û Kurd cejna hemû miletê me ye û ya hemû erdnîgariya me ye. Nevruz sembola herî girîng a çanda me ya hevpar, dîroka me ya hevpar û yekîtiya çarenûsa me ye. Em di wê baweriyê de ne ku divê em vê taybetmendiya Nevruzê û nirxên ku temsîl dike xurttir bikin.”
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.




