Xaminey gef li Amerîkayê xwar: Wê bersiva me tund be!

PeyamaKurd - Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xaminey, li ser daxuyaniyên Amerîkayê de got: "Me tu car dest bi şeran nekiriye. Lê bila Amerîka û yên din bizanibin ku eger li dijî Îranê xiyanetekê bikin, bersiveke tund bibînin."
Xaminey di merasîma Cejna Newrozê de axivî û bal kişand ser kuştina Hesenê Nesrullah û Îsmaîl Heniye ji aliyê Îsraîlê ve û got, gelê Îranê hêza xwe ya manewî nîşan da û ev di demekê de bû ku gelê me bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû bû.
Xaminey got ku gefên Amerîkayê nagihîje tu derekê û gef li Amerîkayê xwar:
“Komên berxwedanê bi serê xwe tevdigerin û ne girêdayî Îranê ne. Siyasetmedarên Amerîkî û Ewropî şaşiyeke mezin dikin. Ew bi gotina ku navendên berxwedanê di herêmê de hêzên cîgir ên Îranê ne, ev xiyanete li wan. Gelê Yemen û navendên berxwedanê bi motîvasyona xwe tevdigerin. Îran ne hewceyê hêzên cîgir e ku li şûna wê tevbigerin."
Herwiha got: "Helwesta me zelal e. Em piştevaniya berxwedêrên Filistînî û Lubnanî dikin ku welatên xwe, Filistîn û Xezzeyê diparêzin. Ev siyaseta neguhêr a Îranê ye."
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.




