Fransa: Em girêdana Xezeyê ya bi Îsraîlê ve napejirînin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, li dijî girêdana axa Xezeyê bi Îsraîlê ve derket û got, “Fransa li dijî her girêdaneke li şerîda rojava yan kertê Xezeyê ye.”
Barrot wiha axivî, “Fransa li dijî her girêdanekê ye ku pêwendîya wê bi şerîda rojava yan jî bi Xezeyê ve hebe.”
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Israel Katz jî gotibû, “Min ferman daye ku artêş dest deyne ser deverên zêde yên Xezeyê û xelkê wê derkevin û deverên leşkerî li derdora Xezeyê berfireh bikin, ji bo parastina pêkhateyên Îsraîlî û leşkeran.”
Katz herwiha diyar kiribû, “Her ku Hemas redkirina azadkirina revandiyan berdewam bike, ew dê zêdetir axê ji dest bide û ew ax dê li ser Îsraîlê bê zêdekirin.”
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.




