Diyarbekir | Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê li Newrozê, li ser pêvajoyê axivî

Diyarbekir | Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê li Newrozê, li ser pêvajoyê axivî

PeyamaKurd – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serbest Lezgîn beşdarî Newroza Diyarbekirê bû.

Dilşad Şahab li ser pîrozbahiya Newrozê û pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di derbarê pirsgirêka Kurd de tê meşandin re axivî:

 

“Ji bilî peyama pîrozbahî û silavên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên ji bo Newrozê, Newroza îsal gelekî taybet e.

 

Serokê Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide pêvajoya çareseriyê. Herêma Kurdistanê her dem amade ye ji bo serkeftina proseya çareseriyê çi pêwîst be bike.

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî û spasiya hemû kesan dike ku di wan vê proseyê de roleke erênî hebû, bi taybetî Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan.

Peyama birêz Ocalan mifteya deriyekî dijwar vekiriye. Ev rê rêyeke dijwar e, rêya aştî û jiyana hevbeş e.

Tecribeyên herêmê nîşan didin ku tu pirsgirêk bi şer û pevçûnan çareser nabe.

 

Ji ber wê jî Serokê Herêma Kurdistanê dupat dike ku amadeyiya xwe ji bo bidestveanîna aşitiyê û alîkariya di pêvajoya çareseriyê de bike.

Ev peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê ye, ev peyama hemû gelê Herêma Kurdistanê ye. Em girîngiyeke mezin didin pêvajoya çareseriyê.”

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.