Leyla Zana: Erdogan rêya aştiyê vekir û tiştê zehmet li pey xwe hişt

PeyamaKurd - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê ku beşdarî ahenga mezin a Newrozê ya Diyarbekirê bû got," Ez dixwazim Kek Mesûd hemû rêxistinên Kurdan wekî zarok û birayên xwe bibîne.”
Leyla Zana ji qada Newrozê beşdarî bultena Rûdawê bû û da xuyakirin, “Em ji hemû bindestan re bûne hêvî. Kurdistan mala me hemûyan e. Di doza Kurdistanê şexs biçûk in, nav ne girîng in. A girîng doza Kurdistanê ye. Divê ên ku ji me xeyîdîbûn gavan biavêjin, dora wan e. Ez Newroza Birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî pîroz dikim. Hêvî dikim careke din ew bi xwe werin.”
Herwiha Leyla Zana diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî jî di pêvajoyê de rolekî girîng listiye û got: “Baweriya min bi gelê me heye. Dema Kurd ji hev aciz dibin ez ji tevan aciz dibim. Kurd îro nêzîkî hev in. Birêz Nêçîrvan Barzanî gelek piştgirî daye vê pêvajoyê, ez jê re spas dikim. Li hundir pirrengî û pirdengî, li derve yekrengî û yekdengî. Gel yek e, reqabeteke rêxistinî heye. Îro ne roja reqabetê ye.
Ji bo Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî Zana da zanîn, “Erdogan tiştê zehmet li pey xwe hişt, rêyeke zehmet vekir. Rêya pîroz rêya aştiyê ye. Ez jê re dibêjim, 'Vê rêyê bi lezgînî veke.'”
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.




