Nêçîrvan Barzanî ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Diyarbekirê peyamek belav kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Newroza 2025an peyameke pîrozbahiyê ji bo gelê Kurd, bi taybetî yê li Diyarbekirê tev li pîrozbahiyan bûne, bi rêya hesabê xwe yê Xê belav kir.
Di peyamê de, Nêçîrvan Barzanî hêviyên xwe yên aştiyê, nûbûnê û yekitiyê destnîşan kirin.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de Newroz weke cejneke dîrokî ya nîşana vejîn, nûbûn û hêviyê pênase kir û weha got:
“Newroz kultureke me ya hevpar e ku bi dirêjahiya hezaran salan, Kurdan û gelên vê herêmê bi hev re girê dide.”
Wî hêviya xwe anî ziman ku Newroza îsal bibe sedema xêr, xweşî û serkeftinê ji bo hemûyan.
Bangawaziya Aştiyê
Di peyama xwe de, Barzanî bal kêşa ser zemîna aştiyê ya vê dawiyê û got:
“Cejna Newrozê îsal di demekê de ye ku hêviyek ji bo aştiyê û aramiyê çêbûye.”
Wî hewldanên dewleta Tirkiyeyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan û yên Abdullah Ocalan calan û hemû aliyên piştgirê pêvajoya aştiyê bi rêz û pêzanîn silav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir,
“Pêvajoya aştiyê derfeteke dîrokî ye, divê neyê windakirin. Gelê Kurd bi rêya aştiyê dikare mafên xwe bi dest bixe û dengê xwe bighîne.”
Piştgiriya ji Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo serkeftina aştiyê her tiştî bike û got:
“Em weke her tim piştgiriya xwe didin vê pêvajoyê. Serkeftina aştiyê, serkeftina me hemûyan e.”
Wî herwiha aştiyê weke rêyeke ku dikare navbera gelan xweş bike û aramiyê bîne herêmê nirxand.
Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî gelê Kurd û bi taybetî yê li Diyarbekirê bi germî silav kir û weha got:
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.“Di vê roj û cejna pîroz de, ji dil û can we hemûyan silav dikim. Hêvîdar im Newroza îsal bibe Newroza aştî û aramiyê. Cejn û sersala we pîroz û bi xêr be, hûn her hebin.”





