Çewlîg | Mînibusa karkeran qulipî: 9 kes birîndar bûn

Çewlîg | Mînibusa karkeran qulipî: 9 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê li nêzî gundê Tawsê (Şehîtkoy) yê li ser rêya Diyarbekirê, danê sibehê mînîbusa ku karkeran qulipî.

Mînîbusa ku karkerên fîrmaya taybet tê de bûn û navê şofêrê wê hêj nehat zanîn ji kontrolê derket û qulipî şerampolê. 

Di qezayê de 9 kes birîndar bûn ku birîna ji wan 2 kesan xedar e.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, yên agirkujiyê û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 

Piştî alîkariya ewil birîndar rakirin Nexweşxaneya Dara Hênî ya Dewletê ya û Nexweşxaneya Çewlîgê ya Dewletê. 

Hat diyarkirin ku der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.