Tirkiye baregeha xwe ya li Helebê xurt dike

PeyamaKurd – Îro Înê, artêşa Tirk amûrên leşkerî yên giran û teknolojiya pêşkeftî şand baregeha gundê Minaqê yê Helebê ku niha baregeheke hevpar a Tirkiyê û ya rejîma nû li Sûriyeyê (HTŞ) lê ye.
Li gorî çavkaniyan, di nav van amûran de pergalên berevaniya esmanî û radar hene.
Baregeh bi pîstên balafiran û qadên helîkopteran hatiye nûkirin.
Hat ragihandin ku ev yek ji bo parastina esmanî ji Sûriyê ye, piştî ku hêza wê ya esmanî di 2024an de ji aliyê Îsraîlê ve hate têkbirin.
Tirkiye û Sûriye nêzîkî peymaneke berevaniyê ne, û rojnameya Tirk Hurriyetê ragihand ku şandeyeke Tirk vê mehê dê biçe Şamê ji bo nîqaşan.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.




