Ji Amerîkayê bo Îsraîlê: Hûsiyên Yemenê ji me re bihêle

Ji Amerîkayê bo Îsraîlê: Hûsiyên Yemenê ji me re bihêle

PeyamaKurd – Li gorî raportên rojnamevaniyê yên Îsraîlê, Amerîkayê daxwaz ji Îsraîlê kiriye ku êrîşî Hûsiyên li Yemenê neke.

Rojnameya Yedioth Ahronothê û rojnameya Jerusalem Postê belav kir ku Amerîkayê daxwaz ji Îsraîlê kiriye ku xwe ji êrîşên asmanî yên wekî wan êrîşên ku berê hêza esmanî ya Îsraîlê li Yemenê dikirin bi dûr bixe.

Ew daxwaza Amerîkayê di demekê de ye ku êrîşên mûşekî yên vê dawiyê ji Yemenê berev Îsraîlê dest pê kirine.

Rojnameya Jerusalem Postê nivîsî:

“Mimkin e Îsraîl di vê qonaxê de wê daxwaza Amerîkayê qebûl bike û wê biryarê ji Washingtonê re bihêle ku berî çend rojan ragihandibû êrîşeke dorfireh ya ezmanî li dijî Hûsiyan daye destpêkirin.”

Yemenê duh (20.03.2025) du mûşek ber bi Îsraîlê ve avêtin.

Ev jî cara yekem e ku di 2 mehan de Hûsî deverên Telavîv û Qudsê dikin armanc, lê sîstema bergiriyê ya ezmanî ya Îsraîlê rê li wan mûşekan girt.

Amerîkayê îro (21.03.2025) êrîşên xwe yên ezmanî ji bo cihên Hûsiyên li Yemenê dubare kirin, ev jî di çarçoveya pêşxistina berdewam a wan koman de ye ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin, piştî nûkirina êrîşên mûşekî li dijî Îsraîlê.

Çavkaniyên xwecihî li Yemenê ragehand ku êrîşên asmanî yên Amerîkayê devera Tehîtayê li başûrê parêzgeha Hudeydeyê kiriye armanc.

Her weha destnîşan jî kiriye ku 6 êrîşên esmanî li devera Fezayê li seet 06:00ê serê sibehê dest pê kir.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.