Trump: Em ê di demeke kin de bi Ukraynayê re peymana hêmanên kêm erd îmze bikin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump pêvajoya Rûsya û Ûkraynayê nirxand û got, "Em ê di demeke kin de bi Ukraynayê re peymana hêmanên kêm erd îmze bikin."
Trump di merasima îmzeyê ya ku li Qesra Spî hat lidarxistin da derbarê pêvajoya Rûsya û Ûkraynayê da nirxandin kirin.
Trump got: "Em di warê Ukrayna û Rûsyayê de di rewşeke pir baş de ne. Em bi Serok (Vladimir) Pûtîn û Serokomar (Volodimir) Zelenskyy re axivîn, em hez dikin ku ev şer biqede û em di vî warî de pir baş in."
Trûmp diyar kir ku di mijara peymana hêmanên kêm erd ên bi Ukraynayê re di rewşeke baş de ne û wiha got: "Em ê di demeke kin de bi Ukraynayê re peymana hêmanên kêm erd îmze bikin."





