Marco Rubio: Trump rêya dîplomasiyê bi Îranê re hilbijartiye, lê...

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump rêya dîplomatîk tercîh dike, lê eger mecbûr bimîne ji bo Îrana bixwaze bibe xwedî çekên nukleerî, wê biryara ketina tevgerê bide.
Rubio di hevpeyvînekê de got: "Trump dixwaze aştiyê pêk bîne. Ew tercîh dike ku bi rêya dîplomatîk çareseriyê bibîne, lê eger mecbûr bimîne ku di navbera Îrana nukleerî û ketina tevgerê de biryarekê bide, ew ê tevgerê hilbijêre."
Rubio destnîşan kir ku cîhaneke ku tê de Îran xwedî çekên nukleerî be nayê qebûlkirin û eger Trump biryarê bide wê Amerîka pêşî li çêkirina çekên nukleerî yên Îranê bigire.
Derbarê Hûsiyan de jî, Rubio got: "Îran dê ji her alîkariya ku dide Hûsiyan berpirsiyar bê dîtin. Ew hîn jî alîkariya wan dikin. Ev nayê qebûlkirin û divê ev biguhere."
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




