ENKS: Me bi PYDê re li ser yekitiya niştimanî li hev kir

PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif got, "Ti pirsgirêk di navbera me û PYDê de nemane."
Feysel Yûsif li ser amadekariyên Kongreya Netewî û mijara beşdarbûnê jî axivî û got, "ENKS ne tenê partiyek e, pêkhateyeke ku ji 16 partiyan, Meclîsa Êzidiyan, 22 rêxistinên civaka sivîl û kesayetên herêmên Kurdî pêk tê. Ev projeyek e ku helwesteke hevbeş di navbera Kurdan de bide."
Yûsif diyar kir ku nêrîna hevpar a Kurdî ku di sala 2012an de bi çavdêriya Serok Mesûd Barzanî ji aliyê hemû partî û aliyên Kurdistanî yên Rojava û PYDê jî di nav de hatiye îmzekirin, di bernameya ENKSê de cih girtiye. Ev nêrîn eşkere dike ku divê Kurd helwesteke yekgirtî nîşan bidin. Di çarçoveya vê nêrîna hevbeş de ji sala 2012 heta 2020, ENKSê xwest ku Kurd yekrêz bin. Herî dawî di bin serokatiya Serok Barzanî de behsa yekrêziya Kurdan hat kirin û ev jî berdewamiya hewlên berê ye."
Yûsiv wiha berdewam kir: "Me got ku ti kêşeyên me bi partiyên din ên Kurdî re nînin. Eger em karibin bi PYDê re lihev bikin û nakokiyên di navbera xwe de çareser bikin, ti nakokiyên me bi partiyên din re çênabin. Di civîna xwe ya 18ê Adarê de bi PYDê re li ser hin mijaran me li hev kir. Weke ENKSê, me ev civîn erênî dît. Me naveroka civînê jî ji ENKSê re ragihand.
Em rêkeftina Şam-HSDê dipejirînin û got, wan rêkeftina di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera de pejirandine.
Yûsif diyar kir ku di mijara yekîtiya neteweyî de bi PYDê re li hev kirine û got, "ENKSê bi temamî ev peyman erê kir, aliyê PYDê jî got, 'Em ê ji hevalên xwe bipirsin'. Di derbarê Kongreya Neteweyî de jî ENKSê jixwe kongreya neteweyî ya Kurd e, em ne li dijî wê ne ku Kurd hevkariyeke tam pêk bînin û ti pirsgirêkek ji bo me nîne."
Yûsif bal kişand ser nakokiyên berê yên bi PYDê re û got, "Em li hev kirine, êdî ti pirsgirêk di navbera me û PYDê de nemaye. Me got, eger tiştekî zêde bike, em dikarin di hevdîtinên ku di bin çavdêriya Mazlûm Ebdî û DYAyê de tên lidarxistin de careke din biaxivin."





