Mazlûm Abdî bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji bo Cejna Remezanê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek weşand.
Mazlûm Ebdî di peyama xwe ya ku bi Erebî hat parvekirin de hêvî kir ku cejn bibe sedema aştî û aramiyê.
Mazlûm Ebdî di peyama xwe de wiha got: "Ez Cejna Remezanê li hemû gelê Sûriyê û alema Îslamê pîroz dikim. Bi vê minasebetê em tekez dikin ku tercîha me ya herdemî aştî ye û em bi biryar in ku bi rêyên aştiyane aramiyê pêk bînin. Em hêvîdar in ku Cejna Remezanê ji bo welatê me ewlekarî û aştiyê bîne."





