Serokwezîrê Îngilîstanê: "Ne dema rakirina cezayên li ser Rûsyayê ye"

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngilîstanê Keir Starmer diyar kir ku hîn ne dema rakirina cezayên li ser Rûsyayê ye û diyar kir ku welatên ku beşdarî lûtkeya Ûkraynayê ya li Fransayê bûne li ser vê mijarê li hev kirine.
Starmer doh piştî lûtkeya serokan a li ser Ukraynayê ku ji aliyê Fransa ve li Parîsê hat lidarxistin, daxuyanî da.
Serokwezîrê Îngilîstanê Starmer got ku rêberên Ewropî di lûtkeyê de planên leşkerî û operasyonê yên piştgirîkirina Ukraynayê gotûbêj kirin.
Starmer destnîşan kir ku gelek welat di vê kêliya krîtîk de ji ber ku zêdetirî 3 sal in li cem Ukraynayê ne û destnîşan kir ku ew ê piştgiriya xwe bidomînin.
Keir Starmer herwiha got, welatên beşdar di lûtkeyê de li hev kirine ku dorpêçên li ser Rûsyayê neyên sivikkirin û wan nêrîneke zelal nîşan dane ku hîn ne dema rakirina sizayan e.
Starmer herwiha bal kişand ser vê yekê ku bi zelalî diyar e ku Rûsya hewl dide rawestîne û lîstikan dilîze û wiha got: "Berevajî vê, me nîqaş kir ku ji bo piştgirîkirina însiyatîfa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û anîna Rûsyayê li ser maseyê bi zextên zêdetir ên vê koma welatan em çawa dikarin cezayên zêde bikin."
Starmer destnîşan kir ku lîderan li hev kirin ku divê zêdetir piştgirî ji Ukraynayê re bê dayîn da ku hem ji niha û hem jî di danûstandinên pêşerojê de di pozîsyona herî bihêz de be.





