Almanya: Divê ewlekariya Kurdan bi ewlekariya netewî ya Sûriyê re bê guncivandin

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de derbarê rewşa Sûriyê, mafên Kurdan û paşeroja welêt de daxuyaniyên girîng dan.
Baerbock di serdana xwe ya Şamê de tekezî li ser giringiya proseyeke siyasî ku tê de hemû pêkhateyên Sûriyê tê de cih digirin kir û peyameke zelal da û got: "Almanya û Ewropa ne amade ne fînansekirina Îslamiyan bidin."
Li ser pirsa mafên Kurdan jî Baerbock got, "Divê ewlekariya Kurdan bi ewlekariya neteweyî ya Sûriyeyê re bê guncivandin."
Wezîr bal kişand ser rola Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de û got, "DAIŞ ji bo gelên Iraqê dojeh bû, bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Kurdan karî ewlehiya xwe biparêzin û DAIŞê neçar kirin ku paşde vekişe."
Derbarê nûnertiya Kurdan li Sûriyê jî Baerbock got, "Pirsgirêka nasnameya neteweyî û zimanê Kurdî heye ku divê di destûrê de cih bigire. Herwiha pirsgirêka parastin û ewlehiya Kurd û Durziyan heye."
Wezîr diyar kir ku ew hewl didin di navbera Şam û rêveberiya Kurdistanê de derfetekê ji bo danûstandinan biafirînin û got, "Divê Kurd bi xwe biryarê bidin ka wê li kîjan rêyê bimeşin, herwiha girîng e Kurd bi hev re biryarê bidin ku wê bi hev re, bi yekîtiyê vê rêyê bişopînin."





