DYA givaşê danî ser rafîneriyên Çînê yên ji Îranê petrolê dikirin

DYA givaşê danî ser rafîneriyên Çînê yên ji Îranê petrolê dikirin

PeyamaKurd – Rêvebiriya DYAyê (Amerîkayê) dorpêçê an ku givaşê danî ser rafînereyekî Çînê û 19 keştî û şîrketên pêve girêdayî. Wezîrê xezînê yê DYAyê Scott Bessent, ragihand ku bi vê dorpêçê, dixwazin dahata aboriyê ya Îranê bibirin.

Di daxwuyaniyê de wezareta xezînê ragihand ku bi bihayê sed milyar dolarî, rafîneriya petrolê ya Çînê ya bi navê ‘teapot’ê ji Îranê petrolê dikire, rafînerî dike û difroşe. Lewra givaşê danîne ser rafîneriyê û rêvebirên wê yên di asta bilind de. Wezaretê got:

“Rafîneriya ku çapa wê biçûke û serbixwe ye û navê wê ‘teapot’ e, rafînerî, petrola ku pê Hûsiyan û wezareta bergiriyê ya Îranê finanse dike û keştiyên ku patrola Îranê dibin rafîneriyê, wekî filoya baskê jêr dixebitin, bi wan ve girêdayî 19 şîrket û keştiyan xistina lîsta reş ya DYAyê.”

Wezîrê xezînê yê Amerîkayê Scott Bessent got ku şîrketa ‘teapot’ê petrola Îranê dikire û dahata wê petrolê damara jiyanê ya Îranêye. Bessent got:

“DYA biryarê daye ku dahata Îranê ya terorê finanse dike û bernama nuklerî pêş dixe, dê wê dahata wan bibire.”

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.