Bakirhan bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da

Bakirhan bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan ku 2 roj in li Ewropayê ye, bertek nîşanî operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê û girtina Ekrem Îmamoglû da.

Bakirhan got, "Em ti carî van kiryaran qebûl nakin, em piştgiriyê didin bertekên rewa yên demokratîk ên gel. Ji bo ku ev hemû qeyûm neyên tayînkirin, operasyon neyên kirin, Ekrem Îmamoglû û hevalên me neyên girtin, ji bo aştî û Civaka Demokratîk jî hewl didin zemînekê biafirînin."

Di parvekirina li ser hesabê medyaya civakî ya Bakirhan de ev agahî hatin dayîn:

"Ev 2 roj in li Ewropayê di nava têkiliyê de ne. Di hevdîtinên xwe de me destnîşan kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê firsendeke mezin e.

Herwiha me diyar kir ku operasyonên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û hewldana girtina Ekrem Îmamoglû vê bangê pûç kiriye û em ti carî hewldanên derqanûnî qebûl nakin. Me di serdan û hevdîtinên xwe de ev peyam bi zelalî parve kir:

Em li dijî darbeyên qeyûman, operasyonên siyasî û êrîşên li ser demokrasiyê radiwestin. Dewlet li şûna ku bertekên demokratîk ên li hemberî êrîşên li ser vîna gel krîmînalîze bike, divê guh bide daxwazên gel û rêz li vîna gel bigire.

Ne ji bo îradeya gel desteser bike; Ji bo kesên ku siyaseta demokratîk dikin, rojnameger, akademîsyen, muxalif, Ekrem Îmamoglu û hevalên wî neyên girtin em têdikoşin; Em ji bo xurtkirina bingehên aştî û civaka demokratîk dixebitin.”

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.