Talîbanê hemwelatiyê DYAyê George Glezmann ji zîndanê serbest berda

Talîbanê hemwelatiyê DYAyê George Glezmann ji zîndanê serbest berda

PeyamaKurd – Talîbanê 2,5 sale ku hemwelatiyê Amerîkayê (DYA) yê bi navê George Glezmann xistiye zîndanê û niha ew serbest berda. Serbest berdana George Glezmann, piştî hevdîtina nûnerê ji karên rehîneyan berpirs yê DYAyê Adam Boehler, bi Talîbanê re pêk hat.

Talîbanê di sala 2022an de hemwelatiyê Amerîkayê yê bi navê George Glezmann, li Kabîlê di dema seredanê de Talîbane ew girtibû û 2,5 sale ku di zîndanê de ye.

Wê Glezmann û Boehler ji Afganistanê herin Qatarê û jşi wê derê bi balafirê herin Amerîkayê.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.