Rûsya û Ukraynayê 175 dîlên şer pevguhertin

Rûsya û Ukraynayê 175 dîlên şer pevguhertin

PeyamaKurd – Li demeke ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser agirbesta 30 rojan li hev kirine de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan bi Ukraynayê re 175 dîlên şer pev guhertine. Rûsyayê herwiha wek nîşana niyeta baş 22 dîlên Ukraynî yên birîndar ên giran jî vegerandine.

Li gorî daxuyaniyê, Ukraynayê 175 dîl vegerandine û Rûsyayê jî 175 dîl azad kirine. Dîlên Rûsî yên azadkirî niha li axa Belarusê ne û tedawiya wan a psîkolojîk û tibbî tê kirin.

Rêveberiya Îmaratên Erebî yên Yekbûyî di vê pevguherinê de navbeynkarî kir. Ev lihevkirin piştî axaftina telefonê ya di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump de pêk hat.

Di vê lihevkirinê de her du alîyan soz dane ku êrîşên li ser bingehên enerjiyê 30 rojan rawestînin.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.