Elewiyên Sûriyê li baregehên Rûsyayê xwe ji êrîşan diparêzin

PeyamaKurd – Piştî êrîşên 6,7,8 û 9ê Adarê ku bi sedan elewî li parêzgehên Tertûs û Laziqiyê ya Sûriyê hatin kuştin, elewiyên Sûriyê ji bo neyên kuştin xwe spartine baregehên Rûsyayê.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê nêzîkî 9 hezar Elewî ji ber êrîşên çekdaran reviyabûn û li Baregeha Himêmîmê bi cih bûbûn û di heman demê de bi hezarên Elewî ji tirsa kuştinê berê xwe dabûn Lubnanê.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di rojên 6,7,8 û 9ê Adara 2025an de di encama êrîş û şer û pevçûnan de li berava Sûriyeyê, Laziqiye, Tertûs, Ceble û Banyas jî di nav de hezar û 383 sivîl hatine kuştin ku piraniya wan Elewî ne.
Hêzên Hikûmeta nû ya Sûriyeyê dibêjin ew bi hawara xelkê herêmê ve hatine daku ewlehî û aramiyê biparêzin, lê civaka elewî baweriyê bi wan daxuyaniyan nayîne û ditirsin ku careke din rastî heman êrîşan werin. Loma jî xwe li baregehên Rûsya yên Sûriyê diparêzin.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




