Talebanî: Em di wê baweriyê de ne ku di demek nêzîk de bi PDKê re bigihin rêkeftineke dawî

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî got: "Em di wê baweriyê de ne ku emê di demeke nêzîk de ligel PDKê bigihin rêkeftina dawî."
Qubad Talebanî roja Çarşemê 19.03.2025ê di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê de geşbîniya xwe ya derbarê pêkanîna kabîneya nû de nîşan da û ragihand ku reşnivîsa nêrîna rêveberiya hevbeş û proseya pêkanîna hikûmetê bileztir bûye.
Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî wiha got:
"Em di wê baweriyê de ne ku di demeke nêzîk de ji bo pêkanîna kabîneya nû, em ê bi PDKê re bigihin rêkeftina dawî. Piştî ku YNK û PDKê li ser proje nêrîna rêveberiya hevbeş li hev kirin, proseya avakirina hikûmetê bileztir bû."





