Ji ENKS û HSDê peyamên pîrozbahiya Newrozê

Ji ENKS û HSDê peyamên pîrozbahiya Newrozê

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) peyamên Cejna Newrozê belav kirin.

ENKSê di peyama xwe de ragihand ku Newroza îsal di demekê de tê ku gelê Sûriyeyê hêvî dike bandora krîzên demdijrêj derbas bike û Newrozê li gorî wateyên wê yên bilind pîroz bike.

ENKSê tekezî li ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî ya bi rêya diyalogê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî kir û got, divê ev çareserî destûrekê di nav xwe de bigire ku mafên neteweyî yên gelê Kurd û kêmneteweyên din nas bike.

 ENKSê bangî civaka navneteweyî kir û xwest ku hemû alî şer rawestînin, destûreke lihevhatî ava bikin û hebûna gelê Kurd qebûl bikin û mafên wan ên neteweyî garantî bikin.

ENKSyê hêvî kir ku Newroza îsal bibe destpêkeke nû ku bingeha Sûriyeyeke demokratîk bê avêtin ku tê de her kes ji edaletê, azadiyê û rûmetê sûdê werbigire û ti cûdahî tê de nebe.

ENKSê di peyamê de şehîdên Newrozê, hemû gelê Kurd û şehîdên şoreşa Sûriyeyê bi bîr anîn û ji bo hemû gelan saleke tijî aştî, tenduristî û aramî xwest.

Peyama HSDê ya Cejna Newrozê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di peyama Cejna Newrozê ragihand:

"Em Cejna Newrozê li gelê xwe yê Kurd û tevahî gelê xwe yê li Sûriyeyê û cîhanê pîroz dikin û pîzobahiyan ji tevahî şervanên ku parastina welat, ewlehî û îstîqrara wê dikin re dişînin. Em hêvîdar in ku Newroza îsal jî wek sersala Kurdî û destpêka biharê li Sûriyeyê bibe destpêka serdemeke nû.

Newroz xwedî wateyên berxwedan û aştî ye. Agirê Newrozê bi xwe temsîla serkeftina li dijî zulmê dike û nîşaneya aştî û ewlehiyê ye û piştre Newrozê bûye ya tevahî gelên herêmê. Di vê rojê de gel kêfxweşiyên xwe yên bidestxistina azadiyê tînin ziman.

Em bi hêvî ne ku wateyên Newrozê di Sûriyeyê de bên bicihanîn û Sûriyeyê ber bi siberojeke ronîdar û ewle ve bibin ku tevahî şêniyên wê hembêz bike, tevahî rewşên cudabûn û şer rawestin, hezkirin û biratiya xwe dispêre edalet û wekheviyê û hevqebûlkirinê misoger bibe. Her wiha di avakirina Sûriyeyê de tevahî welatî bedşar bûn, koçber û penaber vegerin cih û warên xwe û dîrokeke nû ji welatê xwe re binivîsînin ku Sûriye ya tevahî Sûriyeyiyan be.

Mîna ku Newroz tê wateya girêdana bi xak û welat ve, divê em tevahî parastina nirxên dîrokî yên Newrozê bikin û ji bo parastina gelê xwe ji tevahî gefan wan nirxan pratîze bikin, hevgirtina civakî û zîndîbûna wê vegerînin. Da ku ewlehî û aramiyê hîs bikin.

Em careke din Newrozê li tevahiyan pîroz dikin û bi hêvî ne hemû cejna xwe di nava şadî û kêfxweşiyê de pîroz bikin."

Her Newroz di xêr û xweşiyê de bin."

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.