Dadgeha Federalî daxwaza ji nû ve hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê red kir

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo destpêkirina hinartina petrolê red kir.
Li ser gilînameya ku ji bo pêkanîna guherîna Qanûna Budçeya Giştî hatibû kirin, biryar hat dayîn.
Azad Doskî li ser vê mijarê ragihand û got,
“Gilînameya min bû du beş. Yek jê biryara lezgîn a Dadgeha Bilind a Federalî ya ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê bû. Di derbarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Darayî û Wezîrê Petrol û Çavkaniyên Sirûştî de, gilî li Dadgeha Bilind a Federalî hat redkirin.”
Doskî ragihand, “Dadgeha Bilind a Federal yekem rûniştina giliyê min ji bo 22yê Nîsanê taloq kir.”
Roja 02.02.2025an Parlamentoya Iraqê yasaya bûdceya giştî ya berhemanîn, veguhestin û belavkirina petrolê li Herêma Kurdistanê sererast kir û lêçûna berhemanîn û veguhestina her bermîlek petrolê 16 dolar diyar kir.
Li gorî plana bûdceya giştî ya Iraqê ku ji bo sala 2024an zêdetirî 211 trilyon dînar e, pişka Herêma Kurdistanê nêzîkî 20 trîlyon dînar bûye.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




