Ehmed Mela Telal: Iraq ji nexşeya Rojhilata Navîn dê bê jê birin

Ehmed Mela Telal: Iraq ji nexşeya Rojhilata Navîn dê bê jê birin

PeyamaKurd – Rojnamevanekî bi nav û deng yê Iraqê, ku berê jî yek ji berdevkê hikûmetê bû pêşbînî dike di encama aloziya rewşa Rojhilata Navîn de welatek bi navê Iraqê dê nemîne û got,  

“Herêm di nav êşekê de ye û rewş wek piştî Şerê 1em yê Cîhanê ye.’’

Rojnamevan û berdevkê berê yê serokê hikûmeta Iraqê yê Mistefa Kazimî, Ehmed Mela Telal di tora xwe ya civakî Facebookê de derbarê aloziya rewşa Rojhilata Navîn û pêşhateyan de nivîsî:

“Rojhilata Navîn di rewşa êşgirtinê re derbas dibe ku cudayiyeke wê ji dema piştî Şerê 1em yê Cîhanê tune ye.”

Wî her weha amaje bi berpirsên Iraqê kir û got, 

“Yên li gel me jî di rewşeke êşgirtinê re derbas dibin ku cudayiyeke wan jî yan pir zêde tune ye ji rewşa piştî hilbijartina ku li Parlamentoya Iraqê ya pêk hat.’’

Di pêşbîniyên xwe de yên ji bo pêşhate û çarenivîsa herêmê de jî îdia kir:

“Tişta heye bêaqiltiyeke siyasî heye û welatek bi navê Iraqê dê nemîne.”

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.