82 kîlo madeyên hişbir hatin desteserkirin

82 kîlo madeyên hişbir hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Birêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir ragihand ku wan dest danî ser 82 kîlo madeyên hişbir û 16 tometbar jî desteser kirin.

Rêveberê Nehiştina Madeyên Hişbir, Erkan Bîbanî, îro, di daxuyaniyekê de ragihand ku wan di 2 hefteyên borî de gelek operasyon li Dihok û Zaxoyê pêk anîne û karîne gelek bazirganên madeyên hişbir desteser bikin.

Bîbanî da zanîn ku wan dest danî ser 82 kîlo madeyên hişbir û 16 tometbar jî desteser kirin.

Wî da zanîn: 

“Birêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir di operasyoneke din de dest danî ser 45 karton derman û hebên ku dema wan derbas bûye ku bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bûne.”

Her weha diyar kir, 

“Di 2 operasyonên din de ku Birêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir tê de bi roleke giring rabû, 1 ton û 100 kîlo hebên kaptagon li Bexdayê û 70 kîlogramên din jî li Mûsilê hatin desteserkirin.”

Derbarê hemû gumanbaran de dosye hatine vekirin û dê di çarçoveya Qanûna Rûbirûbûna Madeyên Hişbir de bên darizandin.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.