Serok Barzanî û Balyozê Îtalya pêvajoya li Tirkiyê û rêkeftina ligel Şamê gotûbêj kir

Serok Barzanî û Balyozê Îtalya pêvajoya li Tirkiyê û rêkeftina ligel Şamê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Adarê li Pîrmamê pêşwazîya Balyozê Îtalya yê Iraqê Niccolo Fontana kir.

Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtina ku Konsolê Giştî yê Îtalya li Hewlêrê Tommaso Sansone jî tê de amade bû, pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Iraq û navçeyê, rewşa Sûriyeyê û rêkeftina di navbera aliyên Kurdî û hikûmeta nû ya Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û Balyozê Îtalyayê li Iraqê rola Serok Barzanî ya di hevkariya ji bo çareseriya aştiyane û diyalogê li Tirkiyeyê de, bilind nirxand.

Di civînê de, pêngavên pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên Payîza bê jî hatin guftûgokirin.

Li ser metirsiya terorê ya li herêmê jî di civînê de hate axaftin.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.