Îran | Di pîrozbahiyan 19 kes mirin, 5 hezar û 568 jî birîndar bûn

Îran | Di pîrozbahiyan 19 kes mirin, 5 hezar û 568 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li Îranê, di pîrozbahiyên Çarşema Sûrî de 19 kes mirin û 5568 kes birîndar bûn. Ev pîrozbahî di şeva çarşema dawî ya sala Hîcrî Şemsî de tê kirin. Xelkê li ser agir bazda û teqemeniyên destçêkirî bikar anîn ku ev yek bû sedema mirin û birîndarbûna beşdaran.

Berdevkê Navenda Rewşa Awarte ya Îranê, Babek Yektaperest, ragihand ku 338 kesan endamên laşên xwe ji dest dane, 1557 kes ji çavên xwe birîndar bûne û 1531 kes bi giranî şewitîne.

Herî zêde birîndar li parêzgehên Tehranê (1049 kes), Azerbaycana Rojhilat (866 kes) û Azerbaycana Rojava (620 kes) bûne.

Di dema bûyeran de 14 ambulans zirar dîtine û hin birîndar di ambulansan de mirine.

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.