Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê li gel Serokwezîrê Iraqê operasyonên li dijî Hûsiyan gotûbêj kir

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê li gel Serokwezîrê Iraqê operasyonên li dijî Hûsiyan gotûbêj kir

PeyamaKurd – Pentagonê duh ragihand ku Wezîrê Pete Hegseth di pêwendiyeke telefonî de li gel serokwezîrê Îraqî Mihemed Şîa el-Sudanî operasyonên leşkerî yên Amerîkî bi armanca “nehiştina gefa Hûsiyan li ser bazirganiya Amerîkî û vegera li azadiya seyrûseferê” gotûbêj kir.

Daxuyaniya Pentagonê got ku Hegseth pesna şirîkatiya bihêz bi Iraqê re kiriye di şerê li dijî kêşeyên ewlehiyê yên hevbeş de, “di nav de êrîşa serketî ya Amerîkî ya vê dawiyê li dijî rêberê DAIŞê li Iraqê.”

Roja şemiyê, Amerîka dest bi êrîşan li ser koma Hûsî kir, piştî ku koma hevalbenda Îranê got ku ew dê dîsa keştiyên Îsraîlî li Deryaya Sor û Deryaya Omanê bikin armanc.

Karbidestên Amerîkî da zanîn ku ger Hûsî êrîşên xwe yên li ser keştîyan li Deryaya Sor nehêlin, dê êrîş bi rojan û heta bi hefteyan berdewam bikin.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.