Şanda Sûriyê li baregeha Amerîka ya Hesekê bi Mezlûm Ebdî re civiya

Şanda Sûriyê li baregeha Amerîka ya Hesekê bi Mezlûm Ebdî re civiya

PeyamaKurd - Şandeke Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji bo gotûbêjkirina damezrandina komîteyên ji bo pêkanîna rêkeftina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî gihîş bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî agahiyan şanda Sûriyê li baregeha hêzên Amerîkî ya Şedadiyê dest bi civîna ligel Mazlûm Abdî û şanda Rojava kir. Li aliyê Sûriyê jî parêzgerê berê yê Dêrazorê Hisên Selame seroktiya şanda Şamê kir.

Hate ragihandin ku şanda rêveberiya Şamê ya girêdayî Wezareta Devre ya Sûriyê ji 4 endaman pêk tê. 

Herwiha di civînê de şandeke Desteya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî amade ye.

Civîn li baregeha Şedadiyê ya gundewarê Hesekê ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi rê ve diçe.

Her wekî hat ragihandin ku ev civîn a yekemîn e û dê piştre gelek civînên din jî pêk werin.

Mijara civînê, gotûbêjkirina awayê pêkanîna xalên peyman 10ê Adarê ya navbera HSD û Serokomariya Sûriyê ye.

 

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.