Ozgur Ozel: Em bi hewldana darbeyê ya li dijî serokê me yê paşerojê rû bi rû ne

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel derbarê Ekrem Îmamogluyê ku piştî betalkirina dîplomaya zanîngehê di saetên sibê de li mala xwe hat desteserkirin wiha got: "Em bi teşebusa derbeyê ya li dijî serokomarê me yê paşerojê re rû bi rû ne."
Zanîngeha Stenbolê doh Sêşemê 18ê Adara 2025an ragihand ku bi hinceta ku neqanûnî neqlê horizontî ye, biryar daye ku dîplomeyên 28 kesan ku Serokê ÎMM Îmamoglu jî di nav de ye, betal bike. Piştî biryarê Îmamoglû di saetên sibê de li mala xwe hat desteserkirin.
Serokê Giştî yê CHPê Ozel derbarê biryara desteserkirinê ya derbarê Îmamoglu de li ser medyaya civakî daxuyanî da.
Ozgur Ozel da zanîn, “Li ser navê gel biryaran girtin, ji bo şûna îradeya gel bi darê zorê bi kar bîne yan jî asteng bike darbe ye.” Ozel di berdewamiyê de wiha got:
"Niha hêzek heye ku nahêle milet serokê xwe diyar bike. Em bi hewldana darbeyê re rû bi rû ne... Miletê me ji dewleta xwe hez dike, lê heke dewlet bi destê kesekî li hember milet bisekine, milet destûrê nade. Hêza rast milet e û di dawiyê de milet bi ser dikeve... Wê dîsa heman tişt bibe. Em ê dîsa teslîmî îradeya milet nebin û bi ser kevin."





