Putin ferman da artêşê: “Li avahiyên esasî yên enerjiyê yên Ûkraynayê nexin”

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di rêya telefonê de bi serokê DYA Donald Trump re axifî. Kremlînê ragihand ku di axaftina navbera her dû serokan de, biryarê dane ku ji bo 30 rojan hem Rûsya û hem Ûkrayna li avahiyên hev yên esasî yên enerjiyê nexin.
Koşka Kremlînê ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin fermanê daye artêşê da li avahiyên bingehîn yên enerjiyê yên Ûkraynayê nexin.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.




