Banka Dinyayê 200 milyon Euro destekê dide Tirkiyê

PeyamaKurd – Banka Dinyayê ragihand ku bi sedema qewimandina erdheja 6ê Sibat a sala 2023an, ji bo destekê bide gundiyên ku xaniyên wan hilweşiyane, dê 200 milyon Euro destekê bide Tirkiyê.
Banka ragihand ku bi vê desteka fînansmanê, bi heman miqdarê Ajansa Geşepêdana Fransayê jî bi miqdarê 200 milyon Euroyê finansman daye û bi tevahî destek gihaye 400 milyon Euroyê.
Banka got ku ev pere li deverên erdhejê, wê karibe derfeta bo hewandina 9 hezar kesan bike ku ew jî dike bihayê avakirina 2 hezar û 800 xanî.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.




