Îran: Balafira keşfê ya Amerîkayê hat astengkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke bêpîlot a Amerîkayê ku li nêzî qada hewayî ya Îranê difiriya, ji aliyê balafirên Îranê ve hat astengkirin.
Li gorî nûçeya malpera “Nournews”ê ku bi nêzîkbûna xwe ya bi burokrasiya ewlehiyê ya Îranê ve tê naskirin, balafireke sîxuriyê ya ji cureya MQ-4C ya Amerîkayê piştî ku ji aliyê firokeyên Îranê ve hat tesbîtkirin, ji nêzîkî esmanê Îranê hat derxistin.
Di raporê de hat gotin ku hêzên çekdar ên Îranê li hemberî her cure êrîşan ji bo parastineke berfireh û êrîşeke tund li ser berjewendiyên dijminan li Rojhilata Navîn amade ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ku li Yemenê êrîşên giran birin ser Hûsiyên ku li ser keştiyên ku di Deryaya Sor de keştiyên barhilgiran dibirin Îsraîlê yên li ser Xezeyê hedef girtin, diyar kir ku êrîşên Hûsiyan ji aliyê Îranê ve pêk hatine û dê encamên van ji bo Îranê tirsnak bin.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




