Yisrael Katz: Divê Hemas hemû rehîneyan azad bike

Yisrael Katz: Divê Hemas hemû rehîneyan azad bike

PeyamaKurd –  Îro 18.03.2025an Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê gef li Hemasê xwar û ragihand, eger hemû rehîne neyên azad kirin, dê êrîşên berfireh bibin ser Xezeyê.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yisrael Katz ragehand, begera li şer, ji ber wê yekê ye ku Hemas rehîneyan azad nake û bûye metirsî li ser leşkerên Îsraîlê. Eger Hemas rehîneyan azad neke, em ê deriye dojehê li Xezeyê vekin.

Îro Îsraîlê çend êrîşên esmanî birin ser Xezeyê û çapemeniya Filîstînê diyar dike ku ji ber wan êrîşên Îsraîlê herî kêm 330 kes hatine kuştin ku hin birêveberên Hemasê jî di nav wan de ne.

Îsraîl dibêje, êrîşên wan ji ber wê yekê ye ku Hemasê red kiriye rehîneyan azad bike û gef dixwe ku dê êrîşên mezin û berfireh bibin ser wan, êrîş dane destpêkirin.

Tevgera Hemasê jî beyanameyek belav kir û ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê ji êrîşên li ser Xezeyê berpirs e, ku êrîşên dijminkarî ne û xelkê sivîl dikin qurbanî.

Her weha diyar kir ku Netenyahu û hikûmeta wî biryarê didin ji bo hilweşandina agirbestê, bi wî awayî canê rehîneyan li Xezeyê dixin rewşeke nediyar.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.