Ji bo rakirina parêzbendiya 3 parlementerên DEM Partiyê dosyayan şandin meclisê

Ji bo rakirina parêzbendiya 3 parlementerên DEM Partiyê dosyayan şandin meclisê

PeyamaKurd – Serokkomariya Tirkiyê di derbarê 3 parlementerên DEM Partiyê yên George Aslan (Mêrdîn), Ömer Faruk Gergerlioğlu (Kocaeli) û Gülcan Kaçmaz Sayyiğit (Wan) de, fezleke amade kir û ji bo parêzbendiya wan di meclisê de rakin, dosyayên wan şandin serokatiya meclisa Tirkiyê (TBMM).

Dosyayên ku ji aliyê serokkomariya Tirkiyê de hatin amadekirin, şandin meclisê û serokatiya meclisê dosyayan şand komîsyona hevpar ya ku ji endamên Komîsyona Destûr û Edaletê pêk tê.

Wê komîsyon li ser dosyayan lêkolînê bike û biryarê bide. Eger komîsyon li dijî her 3 parlementeran biryarê bide, wê meclis parêzbendiya parlementeran reke û paşî dadgeh dê wan bidarizîne.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.