Şanda Sûriyê serdana Hesekê dike: Wê damezrandina komîteyan bê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku sibe 19ê Adarê şandeke Desthilata Şamê ya Sûriyê serdana bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dike û bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re bicive.
Li gor zanyariyan wê civîneke diyalogê derbarê damezrandina komîteyan de, li ser rêkeftina bi Şamê re hatiye kirin were lidarxistin.
Hate diyarkirin ku wê aliyê Rojavayê Kurdistanê jî komîteyên xwe ava bike da ku li ser bendên peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û desthilata Sûriyê de bixebitin.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




