Serokê ENKSê: Em ê piştî Cejna Newrozê mizgîniyê ragihînin

Serokê ENKSê: Em ê piştî Cejna Newrozê mizgîniyê ragihînin

PeyamaKurd - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro 18ê Adarê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê civiyan.

Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl, piştî civînê di peyameke vîdyoyî de ragihand, îro civîna yekemîn bû bi PYDê re û bi amadebûna şanda Amerîkî û Mezlûm Ebdî bû. Civîn erênî bû, gotûbêjî li ser nerîna siyasî, Kurdî ya hevbeş derbarê Sûriyê hat kirin.

Îsmaîl da zanîn, “Gavên baş ji bo pêkanîna nêrêneke siyasî ya hevbeş ya tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyeyê hatin avêtin û di rojên nêzîk de dê ragihandineke dawî ya rêkeftinê hebe, ji bo bi şandeke kurdî biçin Şamê, ji bo berevaniyê di mafên gelê kurd bike.

Serokê ENKSê wiha dewam kir: “Di civînê de me gelek xal girîng derbas kirin û me gelek astengî û zehmetiyên ku hebûn jî derbas kirin. Em bi hêvî ne piştî Cejna Newrozê mizgîniya rêkeftina siyasî ya dawî bidin miletê xwe.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ragihand, civîna ENKS û PYDê gava yekemîn bû di rêzehevdîtinan de ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.