Pûtîn: Gelek welatên Ewropayê serxwebûna xwe winda kirine

Pûtîn: Gelek welatên Ewropayê serxwebûna xwe winda kirine

PeyamaKurd - Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn li kongreya Yekîtiya Pîşesaz û Karsazên Rûsyayê li Moskovayê axivî û li ser welatên pêşketî yên G7ê (Amerîka, Almanya, Brîtanya, Japonya, Fransa, Kanada û Îtalya) got, "Ez fêm nakim çima G7 wek 'mezin' tê binavkirin. Ew welat li ser nexşeyê jî nayên dîtin."

Serokê Rûsyayê ragihand ku rêjeya mezinbûna aborî ya G7 bo sala 2024 tenê %1.9 ye, lê li welatên BRICS %4.9 e û diyar kir, mezinbûna aboriya Rûsyayê ji bo du salên berê %4.1 bûye.

Pûtîn wiha pê de çû: "Gelek welatên Ewropayê serxwebûna xwe winda kirine û di encamê de bi pirsgirêkên cidî yên aborî û ewlehiyê re rû bi rû ne."

Pûtîn got ku ji 28 hezar zêdetir ceza li dijî Rûsyayê hatine sepandin û da zanîn, "Ev hejmar ji hemû cezayên ku li dijî welatên din ên cîhanê hatine sepandin zêdetir e."

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.