Ekrem İmamoğlu nikare bibe serokkomarê Tirkiyê ji ber diploma wî betal kirin

PeyamaKurd – Demekiye li ser dîploma zankoyê ya şaredarê bajarê mezin yê Îstenbolê (İBB) Ekrem İmamoğlu munaqeşe tên kirin. Hinek dibêjin ku diploma İmamoğlu sexteye û hinek dibêjin ku diploma heqîqiye.
Li ser mijarê serdozgeriya Îstenbolê lêprsînê dabû destpêkirin û biryara dawiyê hiştibûn li ser nivîsa ku ji Zankoya Îstenbolê here dadgehê.
Zanko ya Îstenbolê diploma Ekrem İmamoğlu û 28 kesên din betal kir. Li gor sedema ku zanko ya Îstenbolê dibêje; komîsyonekî ava kirine û wê wezîfedar kirine da lêkolînê li ser mijarê bike û encamê bide rêvebiriya zankoyê. Komisyon bi biryara roja 18ê Adar a 2025an, civîna 61em, jimare 3 dîploma Ekerem İmamoğlu û 28 kesan betal kir.
Di biryarê de hat gotin; İmamoğlu û 38 kes bê ûsûl û qanûn ji zankoyekî taybet qeydiya xwe birine Zanko ya Îstenbolê, ji wan qeydiyan ya 10 kesan hatiye jêbirin û 28 kesên mayî xwendine û diploma xwe sitendine.
Di sedema betalkirina dîplomayan de zanko dibêje; di sala 1990an de Ekrem İmamoğlu bê ûsûl û nerewa ji zankoyekî dinê derbasî zankoya Îstenbolê beşa Fakulta Rêvebiriyê ya bi zimanê Îngîlîzî bûye û dîploma İmamoğlu digel yên 28 kesan betal kirine. Wê hemû belge û biryara bi sedema wê ve, bilez bişînin serdozgeriya Îstenbolê.
Di vê rewşê de İmamoğlu dê nikaribe bibe namzedê serokkomariya Tirkiyê ji ber yê bibe serokkomarê Tirkiyê, divê zankoyê xwendibe û diploma wî ya zankoyê hebe.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.




