Zanîngeha Stenbolê dîplomeya 30 salan a Îmamoglu betal kir

Zanîngeha Stenbolê dîplomeya 30 salan a Îmamoglu betal kir

PeyamaKurd – Li ser daxwaza Serdozgeriya Stenbolê ya Komarê, Zanîngeha Stenbolê derbarê dîplomeya zanîngehê ya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û namzedê hilbijartinên serokomariyê yê hevrikê Erdogan de biryar da.

Zanîngeha Stenbolê, nivîsa serdozgeriyê ya derbarê bêusuliya bo dayîna dîplomeyê de nirxand û îro 18ê Adarê biryara betalkirina dîplomeya Îmamoglu ya 30 sal berê wergirtibû da.

Herwiha zanîngehê ligel Îmamoglu dîplomeyên 28 kesên din jî betal kir.

Li gorî vê biryarê Îmamoglu êdî nikare bibe namzedê hilbijartinên serokomariyê ku 23yê Adarê wekî namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) yê hilbijartinên serokomariyê wê bihata ragihandin.

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.