Hatûçûna deriyê Îbrahîm Xelîl rawestiya

Hatûçûna deriyê Îbrahîm Xelîl rawestiya

PeyamaKurd – Di sîstema pasaport a li deriyê sînor ê navbera Herêma Kurdistan û bakurê Kurdistanê de pirsgirêk hene û ji ber wê jî hatûçûna geştyarî û bazirganî hat rawestandin.

Îro, (18.03.2025) beşa peywendî û ragihandina deriyê navnetewî yê Îbrahîm Xelîl daxuyaniyek derbarê rawestana hatûçûna navbera Herêma Kurdistan û Bakurê Kurdistan de deriyê Xabûrê ragihand û diyar kir: 

“Îro li deriyê sînor ê Xabûr pirsgirêkeke teknîkî li sîstema pasaportê de çêbûye, ji ber wê jî hatûçûna geştyarî û bazirganî di navbera herdu deriyên Îbrahîm Xelîl û Xabûr de rawestiya.”

Herweha hat ragihandin ju serpereştê deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl serdana deriyê Xabûr kiriye û hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkê berdewam in û dê demekî kurt de çareser bibe.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.