Hûsiyan cara sêyemîn keştiya balafiran a Amerîkayê kir hedef

Hûsiyan cara sêyemîn keştiya balafiran a Amerîkayê kir hedef

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike, di nava 48 saetên dawî de cara sêyemîn keştiya balafiran a Amerîkayê USS Harry Truman li Deryaya Sor kir hedef.

Berdevkê baskê çekdar ê Hûsiyan Yahya Sarî ragihand ku li hember êrîşên Amerîkayê yên li bakurê Deryaya Sor di 48 saetên dawî de keştiya balafiran a USS Harry Truman cara sêyemîn bi 2 mûşekên Kruuz û 2 balafirên bêmirov hatiye hedefgirtin.

Sarî got ku Hûsiyan her weha bi moşekek keştiyê û 4 dronên bêmirov êrîşî keştiyeke din a şer a Amerîkî kir. 

Sarî der barê êrîşên esmanî yên Amerîkayê da weha got: 

“Em diyar dikin ku heta êrîşên li ser welatê me bi dawî bibin em ê êrîşên xwe yên li dijî hemû hedefên dijmin ên li Behra Sor û Behra Ereban bidomînin.”

Artêşa Amerîkayê di 15ê Adarê de li derdora paytexta Yemenê Sana û bajarê benderê Hudeydeyê êrîşek pêk anîbû. 

Di van 2 rojên dawî de, bi dehan navend û cihên leşkerî yên di bin kontrola Hûsiyan de ji aliyê balafirên şer ên Amerîkayê ve hatin bombebarankirin.

Serokê Amerîka Donald Trump duhî di daxuyaniyekê de ragihand, her êrîş û tolhildanek ji aliyê Hûsiyan ve dê were bersivandin û got, 

“Her guleyek ku ji aliyê Hûsiyan ve were avêtin, dê ji aliyê Îranê ve were dîtin û Îran jî dê berpirsyar be, û dê rastî encamên wê bê û ew encam dê tirsnak bin.”

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.