Civîna ENKS û PYDê bi dawî bû: Gelekî baş derbas bû

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro 18ê Adarê ji bo avakirina şandeke hevbeş a bo Şamê ligel PYD û ENKS civiya.
Piştî civînê çavkaniyên haydar ragihandine ku civîna li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bi serpereştiya Mezlûm Ebdî hatiye encamdan de, nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerî jî amadehî kirine.
Li gorî çavkaniyan, civîn gelekî baş derbas bûye, wê di nava çend rojan de rêkeftina herdu aliyan ji raya giştî re were ragihandin.
Ji Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) de Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Nimet Dawid, Feysel Yûsif û Silêman Oso beşdarî civînê bûn.
Ji PYDê jî Endamê Desteya Birêvebir a Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û Perwîn Yûsif û Berdevka Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî (PYNK) Sema Bektaş amadehî kirin.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




