Xwediyê Pozitifbank û Flash Haber TV yê Erkan Kork şandin zîndanê

Xwediyê Pozitifbank û Flash Haber TV yê Erkan Kork şandin zîndanê

PeyamaKurd – Li Îstenbolê di operasyona bahisan de xwediyê Pozitifbank, Payfix û Flash Haber Tvyê Erkan Kork û 51 gumanbar xistibûn binçav. Îro 31 kesan ji wan birin edliyê û ji wan 21 kes hatin gitin ku Erkan Kork jî di nav wan de ye û 10 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

Operasyon ji aliyê serdozgeriya Îstenbolê de hat kirin û niha ew kesên ku hêj nebirine edliyê, sitendina îfadên wan ya li ‘beşa lêpirsîna sûcên rêxistinî’ dewam dike.

Sûcên ku bi wan tên tewankirin, ji bo sûcan bikin rêxistinê ava kirine, malên xwe an jî sermaya xwe ji kirina sûcan zêde kirine, perê reş sipî kirine, di leystikên wekî fûtbolê û pêşbirkên din yên sporê, leystikên bahis (qumar) û şans birêve birine.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.