Serokkomarê Lubnanê: “Li ser sînor eger bi silîhan li we bixin, bersiva wan bidin”

Serokkomarê Lubnanê: “Li ser sînor eger bi silîhan li we bixin, bersiva wan bidin”

PeyamaKurd – Piştî ji Sûriyê 3 leşkeran revandin û li Lubnanê ew kuştin, li ser sînorê Lubnan û Sûriyê şer destpêkir. Serokkomarê Lubnanê Awn ferman da artêşê ku li ser sînor bersivê bidin.

Piştî çapemeniya Sûriyê ragihand ku piştî Hîzbûllaha Lubnanê 3 leşkerên Sûriyê revand Lubnanê û wan li wê derê kuşt, li ser sînorê Sûriyê û Lubnanê şer destpêkir. Ji wezareta bergiriya Sûriyê rayedarê ku nexwestiye navê wî aşkera bibe, gotiye ku artêşa Sûriyê li seranserê sînor temamê baregehên Hîzbûllahê bombe kiriye.

Artêşa Lubnanê cenazên her sê leşkerên Sûriyê teslîmê Sûriyê kir, Hîzbûllahê got ku ti têkiliya wan bi revandin û kuştina leşkerên Sûriyê tineye.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.